Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li welatê Norwêjê, li dijî bidarvekirinan li Îranê xwenîşandanek bi rê ve çû

13:12 - 29 Gulan 2023

Roja Şemî 6ê Cozerdanê, xwenîşandaneke berfireh li bajarê “Oslo”yê, bi beşdariya 10 partî û rêkxirawên ser bi neteweyên Îranê, li ber deriyê parlemana Norwêjê bo şermezarkirina bidarvekirnên wê dawiyê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê û herwisa êrîşên hêzên ewlehî yên rejîmê bo ser dibistanan, hate lidarxistin.

Di wê xwenîşandanê de hejmareke zêde ji endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi alaya pîroz a Kurdistanê û arma Hizba Demokrat û wêneyên şehîdên serhildana “Jîna”yê, beşdarî kirin.

Piştre “Siyaweş Mubaşirî” ji Partiya “Sor” a Norwêjê û “Berhem Azadî” ji Partiya Sosyalîsta Çep” a Norwêjê, gotarên xwe pêşkêş kirin ku tevî şermezarkirina rejîma Îranê li derheq siyaseta serkut, binçavkirin û bidarvekirina girtiyên siaysî li Îranê, hevderdiya xwe digel gelên Îranê nîşan dan û piştevanîkirina xwe ji şoreşa  gelên bêzarbûyî yên Îranê li dijî rejîma Îslamî ya Îranê dane xuya û daxwaz ji parleman û dewleta Norwêjê kirin ku helwêstên bi wec li hember rejîma Îranê ji xwe nîşan bidin.

Piştre şanoyek li jêr navê “Yekîtî bo Azadiyê” hate nîşandan ku beşdarbûyên xwenîşandanê bi germî pêşewazî jê kirin.

Di dawiyê de, biryarnameya xwenîşanderan bi 3 zimanên “Kurdî, Norwêjî û Farsî” hate xwendin ku di vê biryarnameyê de tevî îşarekirin bi şoreşa “Jîna”yê di wan 8 mehên derbasbûyî de û cinayetên rejîma Îslamî ya Îranê, daxwaziyên xwe rû bi civaka Norwêjê û hemû cîhanê, di 4 xalan de bas kirin û ew 4 xal ev in: “Hilweşandina cezayê bidarvekirinê li Îranê, azadiya bê merc a hemû girtiyên siyasî û hizrî, sekinandina êrîşên kîmiyayî bo ser xwendingehan li Îranê ji aliyê rejîmê ve, Spaha Pasdaran û hêzên serkutker ên rejîmê li lîsteyê rêkxirawên terorîstî bêne zêdekirin”.