Navenda Teşkîlata PDKÎ li derheq aloziyên navbera xelkê gundên Binara Şaho di peyamekê de nigeraniya xwe nîşan daye û daxwaz kiriye ku bi zûtirîn dem xelkê gundên Binara Şaho bi hevkarî û hevpêwendiya netewî û nîştimanî xala dawî bo beşa aloziyên di navbera xwe û mifahwergirtina desthilatdarên Komara Îslamî de danên.
Di beşeke vê peyamê de hatiye:
Di çendîn rojên derbasbûyî de alozî di navbera xelkê gundên Binara Şaho bi taybet gundên “Tengîwer, Palingan û Gazirxanî” de qewimiye û çavkaniya wê dizavire bo ser çawahiya mifahwergirtina hevpar ya xelkê wan gundan ji mêrg û çêrîngehên Şahoyê.
Mixabin alozî gihîştiye asteke çavnihêrnekirî ku şer û pevçûnên çekdarî û lêkevtinê dilêş û birîndar li pey xwe aniye.
Eşkere ye ku hevnîştimaniyên wan deveran bi giştî, derbasbûyî û dîrokek dûr û dirêj a bi hev re jiyanek aramane li hember avedanî û rizgariya nîştiman û devera wan heye; lê berpirsên kêrnehatî yên Komara Îslamî bi berdewamî agirê pirsgirêk û aloziyan geş kirine û dixwazin li ava şêlo masiyan bigirin.
Bêguman hikûmet û desthilatek wiha, çavnihêriya çareserkirina pirgirêkan jê nayê kirin. Her lewma em daxwazê ji xelkê gundên Tengîwer, Palingan û Gazirxaniyê dikin ku bi dilsozî ve di pêxema bihevre jiyan, aştî û avedaniyê de, ev pirsgirêkane ku li hember îradeya wan de piçûk û bênirx in, bi destê xwe û di nav xwe de çareser bikin.
Em çavnihêr in ku di demek kin de xelkê nîştimaperwer yên Binara Şaho bi hevkarî û hevpêwendiyên netewî û nîştimanî ve, xala dawî bo beşa aloziyên di navbera xwe û mifahwergirtinên dethilatdarên Komara Îslamî de dibinên, û dest danêne nav destê hev bo avedanî, berjiwendiyên hevpar û mifahwergirtin ji sirûşt û encama axa bi pît û xemiliya xwe.
Di derheq aştî û avedaniyê de, Navenda Teşkîlata PDKÎ hêviya tendirustî bo birîndarên vê bûyera nexwastî dixwaze.