Di dewra duyem a hilbijartina serkomariya Tirkiyê de, “Receb Teyîb Erdoxan” bi rêjeya zêdetir ji %52 a deng bi dest xist û karî bi ser “Kiliçdaroglu” de ku rêjeya zêdetir ji %47 a dengan bi dest anîbû, serbikeve.
“Receb Teyîb Erdoxan” karî di dewra duyem de zêdetir ji 27 milyon dengan bi dest bîne û piştî ku serkevtin bi dest anî gotarek da û daye zanîn, “em Selahedîn Demîrtaş azad nakin”.
Serkomarê Tirkiyê “Recep Tayîp Erdoxan” di axavtina xwe ya piştî hilbijartinê de diyar kir, ku di bin desthilatdariya wan de Hevserokê berê yê HDPê “Selahedîn Demîrtaş” nikare ji girtîgehê derkeve.
Hevserokê berê yê HDPê jî, “Selahedîn Demîrtaş” piştî hilbijartinan got, “em têk neçûn. Bila kes bêhêvî nebe ji ber ku em têk naçin. Teslîmbûn nîne. Têkoşînê bidomînin.”
Serkomarê Tirkiyê “Recep Tayîp Erdoxan” di hilbijartinên roja Yekşemî de li gorî hilbijartinên 2018an rêjeyek şibhêner bi dest xist.
Tevî krîzên aborî yên vî welatî û erdheja ku di Şibata borî de bi dehan hezar kes mirin, Erdoxan di vê hilbijartinê de jî, li gorî amarên herî dawî %52.2 a dengan bi dest xist.
Di hilbijartina serkomariyê ya Hezîrana 2018an de Erdoxan karîbû di rikaberiyê de digel 5 berbijêran 52.6% a dengan bi dest bixe.