Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sî meh girtîgeh bi ser du welatiyên Kurd ên xelê Banê de hate sepandin

10:57 - 30 Gulan 2023

Du welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Banê yên bi navên “Mihemed Şerîfpûr û Rêbwar Talibî” ji aliyê dadgeha rejîmê ve 30 meh girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.

Pêka rapora Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Mihemed Şerîfpûr” yê xelkê bajarê Banê, ji aliyê Taya 101 a Dadgeha Keyferiya 2 a rejîmê li bajarê Banê, sê meh girtîgeha teizîrî û salek girtîgeha ragirtî (te`ilîqî), bi ser de hate sepandin.

Dadgeha rejîmê li bajarê Banê, tohmeta “propagende li dijî rejîmê li berjiwendiya yek ji hizbên Kurdî de” bi ser navbirî de sepandiye.

Her hevdem û di heman dadgeha rejîmê de, welatiyekî din ê xelkê bajarê Banê yê bi navê “Rêbwar Talibî” yê kurê Kemal, sê meh girtîgeha teizîrî û salek girtîgeha ragirtî (te`ilîqî), bi ser de hate sepandin.

“Rêbwar” jî bi tohmeta “propagende li dijî rejîmê li berjiwendiya yek ji hizbên Kurdî de” hatiye sizadan.

Ew herdu welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Banê 30ê Pûşpera 1401 a Rojî, li çarêya “Saliha Ava” a bajarê Banê, bi bê hebûna belgên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne girtin û ji bo lêpêçînê bo yek ji girtîgehên Îtilaata rejîmê li bajarê Sinê hatibûne veguhastin.

Ew du welatiyên Kurd li Rezbera heman salê bi danîna barimteya 300 milyon Tumenî bi awayekî demkî heta dema dawî qonaxên dadgehê hatibûne berdan.