Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koçkirina zêdetir ji 10 hezar pizîşkan li Îranê

11:22 - 30 Gulan 2023

Serokê Komîsyona Tendirustî û Dermanî ya meclisa rejîma Îranê ragihandiye, ku di du salên derbasbûyî de nêzî 10 hezar pispor û pisporên bilind li Îranê belgeyên pêwîst ji bo koçkirina kar wergirtine, û gotiye ku welatên Erebî bûne cihên sereke ji bo koçkirina wan pizîşkên Îranê.

Pêka rapora malpera “Rukna”yê, Serokê Komîsyona Tendirustî û Derman a meclisa rejîma Îranê “Husên Elî Şehriyarî”, roja Yekşemî 7 Cozerdanê ragihandiye: “Di du salên derbasbûyî de nêzî 10 hezar pizîşk ku piraniya wan pispor û pisporên payebilind bûne, bawernameyên pêşîneya baş ji bo koçkirina kar wergirtine.

Bawernameya “pêşîneya baş” ji aliyê Saziya Nizama Pizîşkî ve tê derkirin û armanca wê jî, selmandina nebûna pêşîneyek xirab ya kadrên dermanî ye ku nîşanê welatên mebest didin.

Şehiriyarî gotiye ku: “Piraniya wan kesan bi sedema wergirtina perê zêde li welatên Kendavê dimînin û heta hizra koçkirin bo welatên Ewropî jî nakin û bo welatên wek “Oman û Îmareta Yekgirtî ya Erebî” koç dikin û bi awayekî ku welatên Erebî bûne cihê koçkirina pizîşkên Îranî.

Hêjayê gotinê ye ku di salên derbasbûyî de gelek karbidestên rejîma Îranê li derheq menca koçkirina pizîşkan li Îranê û paşhatên wê yekê huşdarî dabûn.

Li meha Xermanana 1401 a Rojî, heftenama pizîşkên "Lênsêt" bas ji zêdebûna 300 ji sedî ya koçkirina kadirên dermanî li Îranê piştî belavbûna Koronayê kiribû.

Lê wisa tê zanîn ku piştî şoreşa “Jîna” yê û reftarên hovane û gefxwarinên hêzên rejîmê digel kadirên dermanî, bûbe sedemek sereke bona zêdebûna koçkirina pizîşkan li Îranê.