Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li deverên “Mirgewer, Tirgewer, Berandêz û çendîn taxên bajarê Urmiyê û herwisa li çend gundên ser bi deverên “Soma û Biradost”ê, çalakiyên berfireh ên banghêjî lidar xistin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li çendîn tax û deverên ser bi bajarê Urmiyê û herwisa deverên “Soma û Biradost”, bi awayekî hevdem çalakiyeke berfireh lidar xistin û alaya pîroz a Kurdistanê, logoya Hizba Demokrat û tarktên Hizbî, bi awayekî berfireh belav kirin.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat li wan cihan çalakî lidar xistine: “Rêya Tirgewer bo Xoşako û Gocarê, pira Çeman, ser rêya Tolo, rêya Tileko, şehreka Elwac, şehreka Şahid, gundê Welindeya Nişîv, Badikiya, Îslamabad, Girecihû û herwisa li Diza Siyaweş, Mizgevta Kurda, Mizgevta Ecema ku binkeyeke rejîmê ye, gelek nanvaxaneyên Dizeya Siyaweş û Ahendost û rêya destpêka nav Diza Siyaweş”.
Hevdem li devera Soma û Biradost li gundên “Gengeçîn, Gêçe û Sînava”yê de jî traktên Hizbê, alaya pîroz a Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat bi awayekî berfireh ji aliyê endam û alîgirên Hizba Demokrat ve hatine belavkirin.
Herwisa endam û alîgirên Hizbê li “geliyê Berandiza Urmiyê, rêya Qereler bo Urmiyê û gundên Hesûkendî û Wermeziyar”ê bi belavkirina alaya Kurdistan, logoya Hizbê û dirûşmên netewî, çalakiyên banghêjî lidar xistin.