Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê

11:57 - 30 Gulan 2023

Li berdewamiya kombûnên nerizayetî yên li dijî rejîma Îranê, roja derbasbûyî 17 kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûn.

Pêka rapora Nûçehihaniya “Hêrana”yê, roja Duşemî 8ê Cozerdana 1402 a Rojî, li berdewamiya kombûnên nerizayetî yên li dijî desthilata dîktator û gendel a rejîma Îslamî ya Îranê, 17 kombûnên nerizayetî li bajarên cuda ên Îranê de hatine lidarxistin.

Hejmarek li malnişînkiriyên îdareya “Muxabirat” li parêzgehên “Xûzistan, Kirmaşan, Îlam, Urmiye, Xurasan, Sine, Luristan, Hormozgan, Çarmihal û Bextiyarî, Mazenderan, Fars û Îsfehan”ê de li ber deriyê avahiya îdareya Muxabiratê li wan parêzgehan kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa kombûna nerizayetiya kedkarên kangeha kevirên hesin a “Madkûş”a Benderebasê û kedkarên “Niflîn Sînît Kilîbêr”, bo roja duyemê jî berdewam bû.

Kombûna nerizayetiya karmend û kedkarên kompaniya “Neft û Gaza Rojava” li parêzgeha Îlamê jî, li berderiyê wê kompaniyê, kombûna nerizayetiya hejmarek ji ajeldarên “Teavuna Berhemanîna Damgusterî” ya Feşafûyê li hewşa vê kompaniyê û herwisa kombûna nerizayetiya hejmarek ji kirênişînên bajarê Kirmaşanê li ber deriyê parêzgariya vî bajarî bi rê ve çûn.