Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda lêkolînê ya Meclîsa rejîmê dibêje enflasiyona rastîn 115 ji sedî zêdetir e

12:52 - 30 Gulan 2023

Navenda Lêkolînê ya Meclîsa rejîmê, bi belavkirina amarekê ji enflasiyonê, dibêje “Nirxa enflasiyona rastîn li Îranê zêdeyî 115 ji sedî ye”.

Wê navendê daye zanîn: “Ew nirxa enflasyona rastîn li ser bingeha lêkolînên xelkê di sala 1402ê de ye”.

Navenda Lêkolînê ya Meclîsê ragihandiye: “Li gorî rapirsiyeke giştî ku Navenda Lêkolînê ya Meclîsê di Rezbera sala 1401an de pêk aniye, rêjeya enflasiyona hatî sehkirin ji aliyê xelkê ve 84 ji sedî bûye. An ku 50 ji sedî ya mînakên amarî, enflasiyona zêdeyî 86 ji sedî hatiye sehkirin”.

Ew navenda rejîmê dibêje: “Nivînciya enflasiyona sehkirî jî, derdorê 115 ji sedî bûye. Eva jî di halekê de ye ku Banka Navendî û Navneda Amarî nirxa enflasiyona xal bi xal a wê mehê pişt serê hev bi 46 û 51 ji sedî dabû zanîn”.

Rapora Navneda Lêkolînên Meclîsa rejîmê li gor rapirsiya xwe dibêje: “Cudahiya rêjeya enflasiyonê ya tê dîtin û rêjeya enflasiyonê ya ku di wan heyaman de ji aliyê navendên fermî ve ku hatine ragihandin, derbeyek mezin ji baweriya xelkê bi amarên fermî yên welat dixe”.

Eva jî di halekê de ye ku netenê navend û saziyên rejîmê jî bawerî bi amarên yektir nînin, belkî xelkê Îranê baş dizanin ku amarên rejîmê tenê perdepoşkirina rastiyan in û amarên direw in.