Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemana Ukraynê dorpêçên 50 sale li dijî rejîma Îranê pejirand

12:54 - 30 Gulan 2023

Parlemana Ukraynê pirojeyasaya dewleta Zêlênêskî bi mebesta danîna dorpêçan li dijî rejîma Îranê bi sedema şandina çekên bikuj bo Rûsiyê pejirand.

Roja Duşemî 8ê Cozerdana 1402an a Rojî, Parlemana Ukraynê piştî şandina pirojeyasaya danîna dorpêçan li dijî rejîma Îranê ji aliyê serkomarê Ukraynê ve, 328 nûnerên Parlemana Ukraynê ew pirojeyasaye pejirandin.

Dropêçên Ukraynê li dijî rejîma Îranê yek roj piştî êrîşên berfireh yên Rûsiyê û mifahwergirtin ji dironên “Şahid” bo ser Ukraynê ji aliyê Parlemana Ukraynê ve hate pesendkirin.

Hêjayê gotinê ye ku êrîşên Rûsiyê bi dironên cura “Şahid” ku dironek xweteqêner e, li destpêka êrîşên Rûsiyê bo ser Ukraynê mezintirîn êrîşên dironî bo ser “Kîyêf”ê bûye.

Pêka wan dorpêçan bazirganîkirin bi alavên leşkerî û alavên ku hem li warê leşkerî û hem li warê xeyrî leşkerî tê bikaranîn, dê bêne qedexekirin.

Herwisa hilweşandina girêbesta aborî û darayî li hember Îranê, rêgirîkirin ji çûnederê ya sermayeya Ukraynê bo Îranê û ragirtina rêkevtinameyên aborî û malî bi qazanca rûniştiyên Îranê beşek ji dorpêçên dijî rejîma Îranê ne ku hatine pesindkirin.

Medyayên Ukraynê roja Yekşemî 7ê Cozerdanê belav kiribûn, ku “Vêladêmîr Zêlênêskî” Serkomarê Ukraynê pirojeyasayek pêşkêşî Parlemana Ukraynê kiriye ku tê de daxwaza dorpêçên 50 sale li dijî rejîma Îranê hatibû kirin.