Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo azadkirina demkî ya 8 çalakvanên kedkarî û medenî, daxwaza barimteyên giran dike

19:08 - 30 Gulan 2023

Dezgeha dad a rejîma Îranê li bajarê Sinê, bo azadkirina demkî ya 8 çalakvanên kedkarî û medenî ji girtîgeha rejîmê li bajarê Sinê, daxwaza barimteyên gelek giran ji wan dike.

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku Dezgeha Dad a rejîma Îranê li bajarê Sinê, bo azadkirina demkî ya 8 çalakvanên kedkarî û medenî  yên bi navên “ Kemal Kerîmî, Şadiman Ebdî, Ebdullah Xeyrabadî, Sîrwan Mehmûdî, Îqbal Pêşkarî, Hacer Seîdî, Xebat Mehmûdî û Hebîbullah Kerîmî”, daxwaza danîna barimteyên çend milyard Timenî ji wan kiriye.

Pêka rapora “Hengaw”ê, bi sedema merca danîna barimteyên wiha giran, 7 kes ji wan çalakvanan di girtîgehê de mane û rêgirî ji azadkirina demkî ya wan çalakvanan tê kirin.

Hatiye zanîn ku tenê “Xebat Mehmûdî” kariye barimteya daxwazkirî dabîn bike û bi awayê demkî ji girtîgehê bê azadkirin.

Hêjayê gotinê ye ku ew 8 çalakvanane, li 27ê Banemera sala 1402 a Rojî, li dema ku serdana mala bavê şehîd “Hûmen Ebdullahî” yê bi navê “Ferşîd Ebdullahî” kiribûn ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve bi awayekî hovanê û bi lêdan û kutanê, hatibûne binçavkirin.