Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nameya 8 damezraweyan ji bo Rêxistina Navnetewî ya Kar: “Komara Îslamî derxînin”

11:14 - 31 Gulan 2023

Heşt damezrawe û girûpên kedkarî û sendîkayî li Îranê, di nameyekê de bo heyetên beşdar di 111emîn civîna Rêxistina Cîhanî ya Kar de, bi îşarekirin bi siyasetên rejîma Îranê li hember kedkar, mamosteyên dibistanê, malnişînkiriyan û çalakvanên mafê zarokan, daxwaza derkirina rejîma Îslamî ya Îranê ji vê rêxistinê kirine.

Herwiha wan damezrawe û girûpan daxwaz kirine ku bi heyeta Komara Îslamî re îznê nedin da ku li civîna Rêxistina Navneteweyî ya Kar li Jinêva Swîsê ku roja 15ê Hezîranê dê bê destpêkirin, beşdariyê bike.

Ev nameya han ji aliyê Şêwreya Rêkxistinkirina xwenîşandana Kedkarên Peymaniya Neftê, Şêwreya Rêkxistinkirina Nefermî ya Karkeran, Komîteya Şopandin ji bo Avakirina Rêxistinên Kedkariyê û Şêwreya Malnişînkiriyên Îranê û çendîn rêkxistinên dinê ve hatiye wajokirin.

Wan damezraweyane di nameye xwe de tevî îşarekirin bi kuştina “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên rejîmê ve û rabûna xelkê Îranê li dijî rejîmê, îşare bi siyaseta Komara Îslamî ya Îranê li ser serkutkirina berfireh a xwenîşandanên berheq yên karker, mamosteyên dibistanê, malnişînkirî û çalakvanên berevanker ji mafê zarok û xelkê kirine û gotine: “Di vê hereketa mezin ya xelkê de, çend hezar kes hatine binçavkirin û di girtîgehan de ne ku ji wan kesan, zarok û xwendekar jî têne dîtin.”

Heşt damezrawe û girûpên kedkar û sendîkayî yên wajokerê nameyê bal kişandine li ser “kuştina herî kêm 500 kesî” û ji nûnerên karkeran ên di civîna salane ya Rêxistina Navneteweyî ya Kar de xwestine ku li dijî van “kiryarên serkutkarî” bertek û nerizayetiya xwe nîşan bidin.