Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran gef li rojnamvaneka Îranê xwariye ku dê destdirêjiya cinsî bikine ser xwîşka wê

11:38 - 31 Gulan 2023

Rojanameya “Gardiyen” bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku Spaha Pasdaran a terorîst gef li rojnamevaneka Îranê xwariye ku li mala xwîşka wê de ne û dê destdirêjiya cinsî bikine ser xwîşka wê.

Rojnameya “Gardiyen” a Birîtaniyayê, bi belavkirina raporekê li derheq zêdebûna gefên rejîma Îranê li ser rojnamevanan, eşkere kiriye ku hêzên Spaha Pasdaran a terorîst bi şandina peyamekê bo rojnamevaneka Îranê, gef li wê xwarine ku di mala xwîşka wê de ne û dê destdirêjiya cinsî li xwîşka wê rojnamevanê bikin.

Rojnameya “Gardiyen” navê wê rojnamevanê eşkere nekiriye, lê ew rojnamevane xelkê bajarê Tehranê ye.

Beşek ji rojnamevanên wek “Nîlûfer Hamidî û Îlahe Mihemedî” ku dadgehên rejîmê li Îranê tohmeta sîxurî bo Saziya Ewlehiya Amerîkayê  “CIA” bi ser wan de sapandiye, bi sedema belavkirina nûçeya şehîdbûna Jînayê û nûçeyên pêwendîdar bi şoreşa “Jîna”yê, ji aliyê dezgehên serkut û ewlehî yên rejîmê ve kevtine ber gef û jêpirsînan û rastî lêdan û kutanên hovane ya hêzên serkutker hatine û di dadgehan de tohmetên çewt û cezayên giran bi ser wan de hatine sepandin.