Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê girtîgehê bi ser sê welatiyên xelkê bajarê Pîranşarê de hate sepandin

11:11 - 3 Gulan 2023

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, di çend rojên derbasbûyî de taya 2 a Dadgeha Şoreş ya rejîmê li bajarê “Mihabad”ê, bi Serokatiya binav Dadwer “Ucaqlû” serhev 11 sal girtîgeh bi ser sê welatiyên bajarê Pîranşarê yên bi navên “Cemal Elîzade, Ebdulrehman Mihemedî Erşed û Hasil Qedo” de sepand.

Ew sê welatiyên Kurd di meşa şoreşa “Jîna”yê de hatibûne binçavkirin û ji aliyê binav dezgehên dad yên rejîmê ve bi wê cezayê hatine mehkûmkirin.

Dadgehîkirina “Ebdulrehman Mihemedî Erşed û Hasil Qedo” li roja 27ê Xakelêweya 1402 a Rojî, li Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê “Mihabad”ê bi rê ve çûye, û di vê dadgehê de ew du welatiyên Kurd her yek ji wan bi tohmeta “pêkanîna girûp li dijî asayîşa rejîma Îranê” 3 sal û 7 meh girtîgeh hatine cezadan û herwisa bi tohmeta “piropaginde li dijî rejîmê” cezayê 8 meh girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.

Herwisa li 29ê Xakelêweyê, dadgehîkirina “Cemal Elîzade” jî bi rê ve çû; ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarî digel ragehandinên biyanî” 2 sal û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Cemal Elîzade roja Sêşemî 26ê Rezbera 1401an, Hasil Qedo û Ebdulrehman Mihemedî Erşed jî roja 31ê Xermananê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne binçavkirin.

Ew sê welatiyên Kurd piştî heyamek binçavkirin û lêpêçînê, her yek ji wan bi danîna barimteyên sê miliyard Tumenî hatibûne azadkirin.