Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên Îranê bi enflasiyona 100 ji sedî ya nirxa avahiyan, nikrin avahiyekê kirê bigirin

11:52 - 3 Gulan 2023

Di Îranê de nirxa enflasiyona avahiyan 100 ji sedî ye û ya xwarinê jî zêdeyî 40 ji sedî ye û bi vî awayî kedkar bi heqdestê xwe yê mehane ku 8 milyon Tumen ne, ne dikarin kirêya avahiyan bidin û ne jî dikarin kelûpelên xwarinê pê dabîn bikin.

Ajansa Nûçegihaniya “Îlna” ya ser bi rejîma Îranê di nûçeyekê de daye zanîn, kedakrên Îranê bi bilindbûna nirxa enflasiyona 40 ji sedî a kelûpelên xwarinê, nikarin bi heqdestê xwe yê rojane mirîşkek tevaw bikirin.

Bilindbûna nirxa enflasiyona kelûpelên xwarinê bi 40 ji sedî, avahî bi 100 ji sedî, nirxa enflasiyona emrazên veguhastinê bi 40 ji sedî û bilindbûna 30 ji sedî ya nirxa dermanan di Îranê de, qata hejar û nemaze qada kedkar rastî gelek pirsgirêkan aniye û ev bi heqdestê xwe yê kêm nikarin ti kelûpelekê ji bo bijîva jiyana xwe dabîn bikin.

Nûçegihaniya “Îlna”ya rejîmê li gor binav berpirsekî rejîmê nivîsiye: “Dema ku mûçeyê rojane yê kedkarekî nêzîkî 200 hezar Tumenî ye û her kîlo mirîşk jî nêzîkî 90 hezar Tumenî ye, wate kedkarek nikare rojekê bi hemû mûçeyê xwe ve mirîşkek du kîlo û nîv bikire!”.

Berpirsên rejîmê bi hezaran qewl û sozên direw yên kontirolkirina enflasiyonê dane xelkê, lê tevî vê ku ti yek ji wan qewlan bi cih nehênane, rojrejî û karesat bi ser xelkê de sepandine û ev yeka bûye sedem ku piraniya tex û qatên civatgehê bêzar bin ji rejîma direwker a Îranê û hemû rojan kombûnên nerizayetiyê li dijî herifîna rejîmê bi rê ve bibin.