Roja Sêşemî 12ê Banemera 1402 a Rojî, semînarek bi hilkefta 12ê Banemerê, roja “Xwendekarê Kurd” û herwisa bi bilindragirtina yada şehîd “Simayîl Şerîfzade” ji aliyê “Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê” ve hate lidarxistin.
Di destpêka wê semînarê de, “Mensûr Pîrotî”, peyama “Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê” xwend.
Di panêla yekem de Endamê Rêberiya Hizba Demokrat “Kerîm Perwîzî”, gotarek li jêr navê “Tevgera Xwendekarî Di Meşa Şoreşa Jîna”yê de pêşkêş kir.
“Kerîm Perwîzî” di beşek ji axavtinên xwe de got: “Qehremanên Kurd û Kurdistanê bi helwîst û kiryarên xwe di demên hestiyar de, hezaran hemase afirandine, heyrîmana xelkê biyayî bi qasekê ye ku wek mînak di şoreşa “Jîna”yê de Kurdistan bû pêşengê hemû neteweyên Îranê û heta li bajarên Farsnişîn de jî ku 40 sal berî niha bi hezaran kes ji wan bi fermana cehad bo êrîşkirin ser Kurdistanê dihatin, lê di şoreşa “Jîna”yê de li ser şeqaman hawar dikirin ku hivî dikin xwediyê helwîst û kiryarên Kurdistanê bin.
Piştre Endamê Birêveberiya Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê, “Nasir Fethî” basek li ser “rol û erk”a xwendekar di vê serdemê de pêşkêş kir.
Piştre di vê semînarê de xelata “Simayîl Şerîfzade” pêşkêşê rewşenbîr û nivîskarê Kurd, xwedêjêrazî Dr. “Celal Hacîzad” ê naskirî bi “Raman” hate kirin.
Piştre bi endama “Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistanê”, “Hêşû Xizrî” re ku di beşa “Kargêriya Yasa”yê li zanîngeha “Polîteknîk”a bajarê Hewlêrê de pileya yekem bi dest xistibû, lewheya rêzgirtinê hate pêşkêşkirin.