Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

33 meh girtîgeh bi ser welatiyekî Bokanê de hate sepandin

10:56 - 1 Gulan 2023

Welatiyê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Mesûd Darsenc”, ji aliyê taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li vî bajarî, sizayê 33 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora “Kurdpa”yê, welatiyê xelkê bajarê Bokanê yê bi navê “Mesûd Darsenc”, ji aliyê taya 101 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li bajarê Bokanê, bi tohmetên “endamê hizbeke Kurdî ya dijberê rejîma Îranê, şandina girtevîdyo ji bo ragihandinên dijberê rejîmê û nivîsîna dirûşm û belavkirina traktan”, sizayê 33 meh girtîgeh ji bo wî hate birîn.

Ew sizaye li destpêka meha Banemera îsal bi navbirî re hatiye ragihandin.

Mesûd Darsenc, roja Yekşemî 25ê Befranbara 1401 a Rojî, bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû girtin û bi mebesta lêpêçînê ji bo girîgeha Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî piştî lêpêçînê û mehek man di girtîgeha Îtilaatê de, bi barimteya 350 milyon Tumenî û bi şêweyê demkî hatibû berdan.