Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kanadayê hejmarek ji kesên ser bi rejîma Îranê siza da

09:42 - 4 Gulan 2023

Wezareta Derve ya Kanadayê ragihandiye, ku saziyek û 9 kesên ser bi rejîma Îranê bi sedema rola wan di binpêkirina hovane û sîstematîk a mafê mirovî li Îranê û derveyî Îranê de tehrîm kirine.

Wezareta Derve ya Kanadayê daye zanîn, ew kesên ku hatinî sizadankirin pêk hatine ji endamên Polîsê Exlaqî yê rejîmê ku "Jîna Emînî" binçav kirin û paşê kuştin û kuştina wê bûye sedema xwenîşandanên mezin li dijî rejîmê û herwisa yek ji cihgirê fermandeyê Spaha Pasdaran a rejîma Îslamî ya Îranê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku berpirsiyarê serkuta hovane di wê parêzgehê de û kuştina dehan kesên medenî bûye.

Di vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi girtîgeha Recayî Şehr a rejîmê wekî yek ji cihên îdamkirina hovane, ev girtîgehe jî siza daye.

Herwisa welatê Kanadayê, berpirsên şirketa "Per Awerê Pars" a berhemhênera dronan di Îranê de, ji ber hevkarîkirin bi Rûsiyê re di şerê digel Ukraynê tehrîm kiriye.

Wezareta Derve ya Kanadayê îşare bi wê yekê jî kiriye, ku li gorî berçavgirtina sizayan, danûstandina bi kes û saziyên hatinî tehrîmkirin re qedexe ye û hemû dahata wan li Kanadayê dê were bilokekirin û kesên navbirî nikarin wekî serdan û koçer bêne Kandayê.