Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Yezd û Meşhedê 6 girtiyên Belûç hatine bidarvekirin

11:14 - 4 Gulan 2023

Sibêdeha îro roja Çarşemî 14ê Banemerê, 4 girtiyên Belûç, hevwelatiyek xelkê Yezdê û kesek xelkê Efxanistanê bi tohmetên madeyên hişber li girtîgehên navendî yên rejîma Îranê li Yezd û Meşhedê hatine îdamkirin.

Sê hevwelatiyên Belûç yên bi navên “Sebûr Şebexş” yê xelkê Zahidanê, “Emîr Ramêşk” yê xelkê Rîgan û “Ebdulbesîr Tûtazihî” yê xelkê Zahidanê û hewelatiyek xelkê yezdê û Efxaniyek ku nasnameya wan nehatiye zanîn, di girtîgeha rejîma ya li Yezdê de hatine bidarvekirin.

Ji aliyek dinê ve û hevdem digel îdamkirina wan hevwelatiyên navbirî, welatiyek din yê Belûç yê bi navê “Nûrehmed Zarûzihî”, bi tohmeta madên hişber li girtîgeha rejîmê ya li Meşhedê hate darvekirin.

Pêka amara Ajansa Nûçegihaniya Hengawê, di hefteyên borî de aliyê kêm 19 hevwelatiyên Belûç yên girtî di girtîgehên rejîmê li Zahidan, Îranşehr, Mînab, Benderebas, Yezd, Meşhed û Bîrcendê hatine îdamkirin.