Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li geviya Hormozê dest bi ser neftkêşe din de girt

11:18 - 4 Gulan 2023

Rejîma Îranê di vê heftiyê de dest daniye ser 2 gemiyên neftkêşê û di dawî êrîşa xwe de, di geviya Hormozê êrîş kiriye ser gemiyeke neftkêşê ya welatê Panamayê.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li welatê Behrênê dane zanîn, ku roja Çarşemî 13ê Banemerê, hêza deryayî ya rejîma Îranê di geviya Hormozê de êrîşî kiriye ser gemiyeke neftyêşê ya bi alaya Panamayê û dest bi ser de girtiye.

Di vê derheqê de Cihgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, “Vîdant Patêl” ragihandiye: “Reftarên Îranê bervajiyê yasayên navnetewî ne û aramî û ewlehiya deverê aloz dike; Berdewamiya bêzarkirina gemiyan ji aliyê Îranê ve bê hêcet û neberpirsane ye û gef li ser aramiya deryayî û aboriya cîhanê ye”.

Herwisa navbirî gotiye, ku rejîma Îranê divê bi lezgînî gemî û karmendên wê azad bike.

rejîma Îranê roja Pêncşemiya derbasbûyî jî, dest bi ser gemiyeke neftykêş a bi alaya dûrgehên Marşalê de girtibû, ew yeka di halekê de ye ku ew gemiye di avên azad ên deryaya Emmanê de diçû.

Herwisa 12 Senatorên Amerîkayê daxwaz ji Serkomarê Amerîkayê kiribûn ku bi danîna yasayekê, destê hikûmeta Amerîkayê veke ku bikare dest bi ser gemiyên neftkêş ên Îranê de bigire.