Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamek Parlemana Kanadayê: Emê givaşên li ser rejîma Îranê berdewam bikin, bo vê ku rewatî jê bê standin

11:56 - 4 Gulan 2023

Parlemanterê Kanadayê yê bi navê “Tam Kemêc”, di hevpeyvînekê digel “Kurd Kanal”ê de piştevanî ji şoreşa Jînayê kir û ragihand: “Em di hewleke zêde de ne ku wek welatê Kanadayê, Spaha Pasdaran wekî rêxistineke terorîstî nas bikin. Herwisa zextên li ser rejîma Îranê berdewam bikin da ku rewatiya wê jê bistînin”.

“Tam Kemêc”, Endamê Parlemana Kanadayê di lêdwanekê de digel Kurd Kanalê got: “Piştî vê ku nerizayetiyên piştî Kuştina Jîna Emînî hatine destpêkirin, me wekî dewlet, parêzkar, parleman û hemû partiyên Kanadayê, daxwaz kiriye ku dewleta welatê me damezraweyên Îranî yên wek Spaha Pasaran bixe nav lîsteya saziyên terorîstî”.

Navbirî behsa vê yekê kiriye ku sala 2018an parlemana Kanadayê daxwaz kiribû ku Spaha Pasdaran wek terorîst nas bike, lê hê jî negihaye encamê û navbirî di berdewamiyê de gotiye, heta niha me gelek milîs û saziyên ser bi rejîma Îranê xistine nav lîsteyên terorîstî.

Wî endamê parlemana Kanadayê got: Dewleta parêzkaran sala 2012an balyozê rejîma Îranê li Kanadayê der kir û balyozxaneya wan jî daxist. Dest bi ser hemû darayiya wan de hate girtin û ew darayiyane niha jî ber dest in bo belavkirin li ser qurbaniyên terorîzmê yên wek qurbaniyên balafira Ukraynê ku Spaha Pasdaran bi zanebûn xiste xwarê”.

Navbirî derheq Kurdên Rojhilatê Kurdistanê jî got: “Ez dizanim ku parlemana Kanadayê piştevanî ji Kurdan dike û digel wan dimîne û em vê jî dizanin ku Spaha Pasdaran mezintirîn hêz e ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê serkut dike û mafê wan binpê dike, lewma em dîsan tekeziyê dikin ku wê saziyê bixine nav lîsteya terorê. Em vê yekê jî dizanin ku hûn heta negihin bi armancên xwe şeqaman çol nakin”.