Hejmarek ji malbatên şehîdên şoreşa “Jîna”yê li bajarê Sinê, serdana malbata şehîd “Hamid Seyfpenahî” kirin.
Şeva Çarşemî 13ê Banemera 1402 a Rojî, hejmarek ji malbatên şehîdên şoreşa “Jîna”yê li bajarê Sinê, tevî vê ku serdana malbata şehîd “Hamid Seyfpenahî” kirin, peymana yekîtî û yekbûna malbatên şehîdên vê şoreşê û berdewamkirina rêya şehîdên Kurdistanê dûbare kirin û ragihandin ku dirêjederê rêya şehîdên Kurdistanê û şoreşa “Jîna”yê dibin.
Şehîd “Hamid Sêyfpenahî” li meha Pûşpera 1396an a Rojî, di nav maşîna xwe de kevte ber gulleyên hêzên Spaha Pasdaran a terorîst û heta niha jî rejîmê termê navbirî bi malbata wî re nedane.