Ciwanekî temen 18 salî yê xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên Îtilaat a rejîma Îranê ve hate revandin û ji qedera wî welatiyê Kurd ti zaniyariyek li ber dest nîne.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê yê bi navê “Pêyman Xizirzade” yê temen 18 salî, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve li wî bajarî hatiye revandin û bo ciheke nexuya hatiye veguhastin.
Heta belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek li derheq cihê ragirtina “Pêyman Xizirzade” û sedema binçavkirina wî li ber dest de nîne.
Rejîma Îranê bi berdewamî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê bê hebûna ti hêcetek an ti belgeyeke yasayî binçav dike û bi zorê direvîne û piştî îşkencekirin di navendên ewlehî de cezayên giran bi ser wan de disepîne.
Rejîma Îranê bi wan kiryarên xwe yên hovane û dije mirovî dixwaze rewşeke hov li Rojhilatê Kurdistanê cihgir bike.