Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna rêjeya firotina endamên laşê mirovan di Îranê de

01:44 - 5 Gulan 2023

Pêka rapora rojnameya “Cehan Senet” a rejîma Îranê di Îranê de bi sedema hejarî û giraniyê rêjeya firotina endamên laşê mirovan bi awayeke berçav zêde bûye.

Berî niha Encûmena piştevanî ji nexweşên Guçikan di Îranê de nirxa her guçikekê 80 miliyon Tûmen diyarî kiribû, lê pêka vê raporê ku hatiye belav kirin sala derbasbûyî di bazarên Îranê de gurçik bi 300 miliyon Tûmenî di hatin firotin û niha ev nirx zêdetir bûye û gihaye bi 500 miliyon Tûmen heta 1 miliyard jî.

Zêdebûna rêjeya hejarî û kirîzên aborî di Îranê de, qada hejar neçar dike ku ji rêyên neyasayî dahata jiyana xwe dabîn bikin.

Zêdebûna rêjeya firotina endamên laşan di Îranê de di halekê de ye ku piştî heyamekê tenduristiya wan kesan dikeve metirsiyê û paşhatên weke eltihab, xwîmrêjiya hundirî û … hwd lipeyxwe tîne.

Pêka lêkolînên rojnameya “Cehan Senet” hemû firoşiyarên endamên laşan di Îranê de li rûyê neçariyê ve vê karî dikin û canê xwe dixin metirsiyê.

Hêjayê gotinê ye ku delalên kirîn û firotina endamên laşan hin ji wan kesan bo welatên weke Îraq, Tirkiye, Îmaratê dişînin heta ku bi nirxek zêdetir bifiroşin.

Pêka Amara Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, li sala 1399an a Rojî de zêdetir ji 420 neştergeriyên gurçikan di Îranê de hatine encam dan.