Malbata şehîd “Ebdula Mehmûdpûr” yê xelkê gundê balava Urmiyê û şehîdê şoreşa Jînayê, di roja jidayîkbûna wî de bi xizimên nêzîk re serdana tirba wî şehîdî kirin û merasima rojbûna kurê xwe birê ve birin.
Cejina jidayîkbûna şehîd “Ebdula Mehmûdpûr” şehîdê şoreşa “Jîna”yê bi amadebûna malbat û xizmên nêzîk li goristana gundê Balava girêdayî bajarê Urmiyê birê ve çû.
Şeva Çarşemî 30`ê Xermanana sala 1401`an a Rojî “Ebdula Mehmûdpûr” yê temen 16 salî û rûniştiyê gundê Balava ser bi Urmiyê di pêvajoya serhildana seranserî ya li Kurdistan û Îranê bi gule reşandina rasterast a hêzên serkutker yên rejîma Îslamiya Îranê şehîd bû.