Roja Yekşemî 10ê Banemerê, heyetek ji rêveberiya “HAP-PAR”ê bi serpereştiya “Duzgîn Kapilan” Serokê Giştî yê “HAK-PAR”ê, û hejmarek ji endamên rêveberiya vê hizbê, serdana Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kirin û ji aliyê şanda Hizbê ve bi serpereştiya “Mistefa Hicirî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, û hejmarek ji endam birêveberiya Hizbê ve pêşwazî ji van hate kirin.
Di vê serdanê de, rêzdar “Duzgîn Kapilan” got: “Me bi armanca nûkirina pêwendiyên xwe û pîrozbahiya yekgirtina Demokratan û gotûbêjkirin li ser çend pirsên hestiyar serdana we kiriye”.
Piştire navbirî li ser rewşa Tirkiyê û hilbijartin û milmilanêyên di navbera hizban û rola Kurd di vê piroseyê de axivtî û siyasetên xwe xiste ber nêrînên heyeta hizbê.
Piştire “Mistefa Hicirî” Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, li ser rewşa Îran û şoreşa Jînayê di bin dirûşima “Jin, Jiyan, Azadî” û rola Kurd li asta Kurdistan û Îranê û tawanên rejîma Îranê li hember xelkê xwenîşander û azadîxwaz û mafxwazan axivî û got: “Tevî vê ku em ji aliyê rejîma Îranê ve di wê heyamê de li bin givaş, gef û mûşekbaran de bûn, lê rêberî, kadr, pêşmerge û endamên hizbê li ser xebat û têkoşîna xwe berdewam bûn û gelê Kurd jî, li hember wan tawanên rejîmê bertekên hewce û baş ji xwe nîşand dan”.
Herwisa “Mistefa Hicirî” di nava axavtinên xwe de bas ji rewşa aborî û bêçaremana rejîma Îranê li hember dabînkirina rewşa jiyana xelkê kir.
Piştire heyeta “HAK-PAR” di vê derheqê de nêrînên xwe bas kirin û tekezî li ser vê yekê kirin ku rejîma Îranê bo dever û pirsa Kurd gefek metirsîdar e.
Di dawiyê de her du aliyan li ser hevkarî û pêwendiya dostane ya xwe tekezî kirin.