Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li merasimekê de perde li ser du pirtûkên zarokan hat vêde dan

10:13 - 5 Gulan 2023

Li bajarê Sinê perde li ser du pirtûkên Kurdî yên zarokan yên bi navên “Kutira Aştî û Kiroştika xwe bizol zan” berhemên Ferîd Rajîn hat vê de birin.

Roja Çarşemî 13`ê Banemera 1402`an a Rojî, li sînema Behmen a bajarê Sinê, Encûmena Edebiyata Avdanî ya bajarê Sinê di rêûresimekê de perde li ser du pirtûkên helbestên Kurdî yên taybet bi zarokan yên bi navên “Kutira Aştî û Kiroşika xwe bizol zan” berhemên Ferîd Rajîn birê ve bir.

Rêûresim bi xwandina sirûda “Xweda Veten avedan bike”, ji aliyê kora sirûda zarokên fêrgeha Raje bi serpereştiya Sohêla Mihemedî destpê kir.

Di beşeke din a rêûresimê de, Sosin Îsmaîlnijad û Siher Mo`ezî li ser pirtûk û helbestên Ferîd Rajîn axavtin û piştire ji kesên ku bo çapa pirtûkan alîkarî danbûn bi nivîskaran rêz ji wan girtin.

Di dawiyê de, hunermend Adil Nadirî bi stirîna çend stranan dîmenek rengîntir da bi rêûresimê