Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl: Rejîma Îranê 50 hember li Korya Bakûr metirsîdartir e

10:38 - 5 Gulan 2023

Hevdem digel gef xwarinên Fermandê Spaha Qudis a rejîmê li Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku, rejîma Îran 50 hember li Koreya Bakûr metirsîdartir e.

Roja Pêncşemî 14ê Banemerê, “Bênyamîn Netenyahû” Serokwezîrê Îsraîlê, di hevdîtin digel heyetek ji du partiyên Kongireya Amerîka yê got: Rejîma Îranê li gef xwarin ji Îsraîlê berdewam e û ev rejîma han gefek metirsîdare bo ser aştî û aramiya deverê.

Serokwezîrê Îsraîlê bi tekezîkirin li ser vê yekê ku rejîma Îranê 50 hember li Koreya Bakûr metirsîdartir e got: “Îran rejîmek Îdolojîk e û Îsraîl weke şeytana biçûk û Amerîka jî weke şeytana mezin hesab dike û ger heta niha karîba dê bi çeka navkî gefek micid bo ser Amerîka yê çêkiriba.

Her di vê derheqê de Wezîrê Berevaniya Îsraîlê di hevdîtin digel hevkofê xwe yê Yûnanî got ku: Rejîma Îranê di niha de uraniyoma meyandî bo berhemanîna 5 bombên navkî ji ber dest heye.