Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hebîb Esîved, çalakvanê Ehwazî yê hatî revandî bi dizî ve hate bidrvekirin

10:45 - 6 Gulan 2023

Nûçeihaniya ser bi Hêza Dadweriya rejîma Îranê sibêdeha Îro roja Şemî 16ê Banemerê, di nûçeyekê de belav kiriye, ku cezayê hevwelatiyê Îranî-Swîdî û çalakvanê Ehwazî yê bi navê “Hebîb Esîved” bi rê ve çûye.

Wê nûçegihaniya rejîmê daye zanîn, ku “Hebîb Esîved” bi sedema “efsad fî erz” û serkirdeyê girûpa “Hereket El-nizal”, hatiye darvekirin.

“Hebîb Esîved”, hevwelatiyê Îranî-Swîdî û çalakvanê Ehwazî, Rezbera 1399 a Rojî, di meşa serdanekê bo Tirkiyê de ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ve hatibû revandin û ji bo Îranê hatibû veguhastin.

Dadgehîkirina navbirî di 8 kombûna de bi rê ve çû û 5 kombûn di sala 1400 a Rojî û 3 kombûnên din jî sala 1401ê bi rê ve çûn û ev kombûnên dadgehîkirinê di halekê de hatine lidarxistin ku Hebîb Esîved, di dadgehek nedadperwerane de hate cezadan û ji parêzer jî hatibû bêparkirin.

Piştî vê ku cezayê îdamkirinê bi ser navbvirî de hatibû sepandin, Wezareta Derve ya Swîdê bertek nîşan dabû û ragihandibû, “ew hewla Hêza Dadweriya Îranê dije mirovî ye” û dabû zanîn ku ew wezarete li pey rohnkariyên zêde ye.

Heta niha welatê Swîdê derheq îdamkirina “Hebîb Esîved” ti bertekek din ji xwe nîşan nedaye.