Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê berdewam in

11:21 - 1 Gulan 2023

Di berdewamiya kombûnên nerizayetiyê li dijî rejîma Îranê, roja derbasbûyî 13 kombûnên nerizayetiyê li bajarên Îranê bi rê ve çûn.

Pêka rapora nûçegihaniya “Hêrana”yê, roja Yekşemî 10 Banemerê, hevdem digel mangirtinên giştî yên kedkaran li Îranê, 13 kombûnên nerizayetî yên kedkaran li dijî desthilata gendel a rejîma Îranê li bajarên Îranê hatine lidarxistin.

Komek ji kedkarên petrokîmiya “Razî” li Benderê Mahşehir, û kedkarên pirojeya “NGL” li Ehwazê man girtin û tevlî mangirtinên giştî bûn.

Herwisa kombûna nerizayetiyê ya malnişînkiriyên îdareya Dabînkirina Civakî li bajarên “Ehwaz, Babol, Erak, Tehran, Reşt, Îsfehan û Kirmaşan”ê li hember avahiya îdareya Dabînkirina Civakî ya wan bajaran hate lidarxistin.

Ji aliyek dinê ve kombûnên nerizayetiya kedkarên kompaniya berhemanîn a Lastîka Yezd, kedkar û karmendên çavedêriya hatinûçûnê li hember Şêwreya Tehranê, kedkarên kompaniya Nêyşiker ya Heft Tepe li hember nivîsîngeha birêveberiya vê kompaniyayê kom bûn.

Herwisa kombûnên nerizayetiyê yên komek ji kadrên dermanî yên Şîrazê li hember îdareya Tendirustî ya vî bajarî kom bûn; komek ji kêmendamên “Turbet Cam” jî li hember avahiya Bêhzîstî ya vî bajarî kom bûn; Xwandekarên zanîngeha pizîşkî ya “Zahidan”ê jî li hember zanîngeha xwe kom bûn.