Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qurbaniyek teqîna mînê, du dest û çavek xwe ji dest da

11:01 - 6 Gulan 2023

Zarokek yê bi navê “Erşiya Nûrî” yê 9 salî û xelkê Sinê ku midehek berî niha li derdora vî bajarî di encama teqîna mînekê de birîndar bibû, her du dest û çavên xwe ji dest da.

Pêka rapora Saziya Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, zarokek yê xelkê Sinê yê bi navê “Erşiya Nûrî”, piştî vê ku bi sedema teqîna mînê birîndar bibû û nêzî heftiyekê ye di nexweşxaneya “Kewser” a vî bajarî de hatiye razandin, bi wê sedemê du dest û çavek xwe ji dest da.

Ev zaroke hevdem digel hevalê xwe yê bi navê “Pêşrew Semedî” yê 11 salî, di encama teqîna mînekê de li nêzîkî bajarê Sinê ku bi giranî birîndar bibûn ji bo nexweşxaneya Kawsarê ya Sinê hatibû veguhastin.

Piştî veguhastina wan bo nexweşxaneyê, rewşa Pêşrew Semedî baş hatibû ragihandin, lê Erşiya Nûrî bi sedema giranbûna birînan, ji bo odeya niştergeriyê ya nexweşxaneyê hatibû birin.

Ev du zarokane roja Pêncşemî 7ê Banemera 1402 a Rojî, li nêzî binkeya leşkerî ya hêzên rejîmê li gundê Serawqamîşa Sinê, bi sedema teqîna mînê birîndar bibûn.