Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

28 rêkxiraw û çalakvanên mafê mirovî, piştevanî ji xelkê Belûç kirin

11:03 - 6 Gulan 2023

28 rêkxiraw û çalakvanên mafê mirovî ragihandine, ku xelkê parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê mafê wan bi xwe ye ku bi azadî û bê tirs, daxwaza mafê xwe bikin.

Roja Înê 15ê Banemera 1402 a Rojî, 23 rêkxirawên çalak li warê azadiya înternet û mafê mirovî û 5 çalakvanên mafê mirovî, bi belavkirina daxuyaniyekê bi armanca kêşandina bala civaka cîhanî bo ser binpêkirina berdewam a mafê mirovî li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji aliyê rejîma Îranê ve, daxwaz ji civaka cîhanî kirine ku givaşê bêxin ser rejîma Îranê û îznê nedin ku rejîma Îranê cinayetên xwe perdepoş bike û înterneta vê parêzgehê qut bike.

Di beşeke vê daxuyaniyê de hatiye, ku piştî derbasbûna 3 mehan ji serhildanê û xwenîşandanên nerizayetî yên xelkê parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê bi taybet li bajarê “Zahidan”ê û piştî birêveçûna nimêja Înê, xwenîşandan li dijî desthilatê berdewam e, lê bi sedema qutbûna înterneta wê parêzgehê ji aliyê rejîmê ve, xelkê bajar tûşî pirsgirêkan bûne û nikarin nûçe û bûyeran wek xwe veguhazin.

Di vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi Îna bi xwîn a “Zahidan”ê û kuştina 10an kesan bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê, hatiye îşarekirin ku rejîma Îranê di berteka nerizayetî û xwenîşandana xelkê bi rêyên cuda xelkê serkut dike ku yek ji wan rêyane qutkirina înternetê ye, nemaze di wan deverên ku xwenîşandan li dijî desthilatê berdewam e.

Nivîskarên vê daxuyaniya mafê mirovî di dawiyê de daxwaz ji civaka cîhanî kirine ku divê bi lezgîntirîn dem pêşiya pinpêkirina mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve bigirn û îznê bi vê rejîmê re nedin ku xelkê nerazî serkut bike.