Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê îdama sê girtiyan li girtîgehên rejîmê li Selmas û Serdeştê hate cîbicîkirin

11:22 - 6 Gulan 2023

Nîveşeva Şemî 16ê Banemerê, cezayê îdama 2 welatiyên binçavkirî yên bi navên “Selahedîn Mecîdî” û “Ebdulah Xanmihemedî” yên xelkê gundê “Heftivan” yê girêdayî bajarê “Selmas”ê li girtîgeha rejîmê ya li vî bajarî hate cîbicîkirin.

Ev du girtiyên binçavkirî roja Pêncşemî 14ê Banemerê, bona cîbicîkirina cezayê hatî sepandî bi ser wan de, bo odeyên takekesî yên girtîgeha rejîmê li bajarê Selmasê hatibûne veguhastin.

Herwisa ji aliyeke dinê ve, nîveşeva Înê 15ê Banemerê cezayê îdama girtiyek din yê bi navê “Feramerz Şexsî” yê xelkê bajarê Serdeştê li girtîgeha Navendî ya rejîmê li Urmiyê hate cîbicîkirin.

Ev girtiyê Kurd jî roja Pêncşemî 14ê Banemerê, bona cîbicîkirina cezayê bi ser de hatî sepandin ji bo odeyên takekesyî yên girtîgehê hatibû veguhastin.

“Feramerz Şexsî” temenê wî 29 sal bû, û xelkê bajarê “Nelas” yê girêdayî bajarê Serdeştê û xwediyê du zarokan bû.

Ev her sê welatiyên navbirî bi tohmetên pêwendîdar bi “madeyên hişber” ji aliyê binav Dezgeha Dad a rejîmê ve bi îdamê hatibûne cezadan.