Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê li bajarê Paweyê birîndar bû

11:41 - 6 Gulan 2023

Kolberekî xelkê “Nodşe” yê bi navê “Şehram Îshaqî” bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst bi dijwarî birîndar bû.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, demjimêr 10ê sibêdeha roja Pêncşemî 14ê Banemera 1402 a Rojî, “Şehram Îshaqî”, xelkê bajarê “Nodşe”yê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, bi dijwarî birîndar bû.

Herwisa “Hengaw”ê ragihandiye ku ew kolberê temen 30 salî ku li rêya zivirîn bo mala xwe rastî teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran a terorîst hatibû û navtenga wî birîndar bûye û bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê “Pawe”yê hatiye veguhastin.

Rewşa tendirustiya wî kolberî bi nebaş hatiye ragihandin.