Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên Bane, Bokan û Pîranşarê bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya PDKÎ çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Pêka girte vîdoyên ku gihîştine bi Odeya Nûçeyan a Navenda Ragihandina PDKÎ, roja Înê 15ê Banemerê, endam û alîgirên PDKÎ li bajarê “Banê” bi hilidana alaya Kurdistanê û belavkirina girte vîdoyekê peymana wefadariyê digel hizb û rêbaza hemû şehîdên Kurdistanê dûbare kirin.
Ji aliyek dinê ve, alîgirên dilsoz yên PDKÎ, li ser rêya “Şarîkend” li devera “Pîrmihemed” ya girêdayî bajarê Bokanê û li ser rêyên cihên geştiyarî yên devera “Turcan” bi bilindkirina logoya PDKÎ çalakiyên banghêjiyê lidar xistin.
Herwisa pêka wêne û vîdyoyan, roja Înê 15ê Banemerê, tevî givaşên hêzên rejîmê, endam û alîgirên PDKÎ li ser çiyayê “Qelatî Şa” li bajarê Pîranşarê alaya pîroz a Kurdistanê hilidan û carek din selimandin ku heta Kurdek bimîne Kurdistan jî dimîne.
Hêjayê gotinê ye ku îdareya Îtilaata rejîmê roja Çarşemî 13ê Banemerê, li bajarê “Pîranşar”ê hemû çiyavanên vî bajarî agehdar kiribûn ku nabe roja Înê serdana çiyayê “Qelatî Şa” bikin.
Herwisa hêzên rejîmê ragihandibûn ku dê li rojên Pêncşemî û Înê 14 û 15ê Banemerê, li cihek bi navê “Lîkbin” dê hêzên xwe cihgîr bikin ku ku rê nedin bi çiyavanan ku serdana vî ciyayî bikin.
Lê tevî hemû givaşên hêzên rejîmê çiyavanên Kurdistanê xwe gihandine ser çiyayê “Qelatî Şa” û endamên hizbê jî alaya Kurdistanê li vî çiyayî hilidan.