Kesên derfetçî û girêdayî rejîma Îranê di hewleke din a talankirin û kavilkirina jîngeh û daristanên Kurdistanê de, darên daristana “Hesen Aville” yê ser bi bajarê Merîwanê birîne.
Roja Înê 15ê Banemerê, Encumena “Sewz a Çiyaya Merîwanê” bi belavkirina girte vîdyoyekê, bas ji cinayeteke din û kavilkariyên jîngeha Kurdistanê ji aliyê kesên derfetçî û girêdayî rejîma Îranê li gundê “Hesen Aville”a Merîwanê kiriye.
Encumena Sewz a Çiyaya Merîwanê ragihandiye, ku jîngeh û daristanên Kurdistanê bi taybet Merîwanê, ji aliyê kesên derfetçî û girêdayî rejîma Îranê ve tê kavilkirin û darên wê têne talankirin û di hember de navendên pêwendîdar ên hikûmetê bo rêgirî ji vê cinayetî, ti hewlekê nadin.
Birîna darên mezin û dîrokî yên gundê “Hesen Aville” yê ser bi bajarê Merîwanê, yek din ji cinayetên rejîma Îranê li Kurdistanê ye û mafiyayên birîna daristanên Kurdistanê bi berdewamî mijûlê jinavbirîna jîngeha Kurdistanê ne û ti kes an aliyeke girêdayî rejîmê li vê derheqê de birsivê bi xelkê û jîngeparêzaran re nadin.