Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji destpêka sala 2023 a Zayînî ve zêdetir ji 199 binçavkirî li girtîgehên xwe de bidar vekiriye

11:28 - 7 Gulan 2023

Di 126 rojên destpêkî yên sala 2023 a Zayînî de, rejîma Îranê zêdetirî 199 girtî di girtîgehên xwe de bidar vekirine ku 51 kes ji wan Kurd û 42 kes jî Belûç bûne.

Pêka amarekê ku Rêkxriwa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê belav kiriye, di 126 rojên destpêka sala 2023an de, rejîma Îranê di girtîgehên xwe de zêdetirî 199 binçavkirî bidar vekirine ku 51 kes ji wan Kurd û 42 kes jî Belûç bûne”.

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn ku nasnameya 31 kes ji wan binçavkiriyên bidarvekirî, heta niha nehatiye zanîn.

Rejîma Îranê di girtîgehên xwe de li seranserê Îranê, bo tirsandina xelkê neteweyên din û herwisa bêdengkirina xelkê serhildêr, rêjeya bidarvekirinê bi taybet bidarvekirina binçavkiriyên Kurd û Belûç, gelek zêdetir kiriye û heta vê dawiyê çalakvanê siyasî yên xelkê El-Ehwazê, “Hebîb Esîved”, ku di dadgeheke şanoyî de cezayê bidarvekirinê bi ser de hatibû sepandin, roja derbasbûyê bidar vekir.