Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê zêdetirî %71 a jinên pîr, ti dahatek wan nîne

12:07 - 1 Gulan 2023

Karnasekî rejîma Îranê gotiye ku zêdetirî %71 a jinên pîr yên Îranê ti dahatek wan nîne û pêka helsengandin digel 30 salên bê, rêjeya jinên bi temenê di Îranê de, dê 3 beranber zêde bibe.

Civaknasê rejîma Îranê û Endamê “Encûmena Civaknasiya Îranê” yê bi navê “Tahir Mûsewî” di hevpeyvînek digel rojnameya “Ê`itimad” a ser bi rejîmê gotiye: “Zêdetirî %90 a jinên pîr û tenê yên Îranê, di 3 dehikên xwarê yên dahatê de cih girtine û ew jinane rastî pisrgirêkên micid ên jiyanê hatine û bo dabînkirina xercê derman û tendirustiya xwe rastî çelincên gelek mezîn hatine”.

Pêka amarên ku vî civaknasê rejîmê belav kiriye, zêdetirî %71 a jinên pîr bê dahatin. Di nav 29% ên mayî de, %3.5 dahata wan a mehane kêmtirî milyonek Tumenî ye û %13.5 jî dahata wan di navbera milyonek heta sê milyon Tumenî de ye.

Herwisa “Şêwreya Millî ya Pîrên Îranê” 4 salan berî niha belav kiribû, ku 1 li ser 3 a pîrên Îranê hejartirîn qata civakê ne û zêdetir ji nîveya jinên pîr yên Îranê di warê aborî de girêdayî bi kesên derdora xwe ne.

Pêka amarên rejîma Îranê, dê li sala 1430 a Rojî de, ji her 3 kes ji heşîmeta Îranê dê kesek pîr be.