Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arvîn Nîkpey di girtîgeha rejîmê de dest avête xwekujiyê

11:31 - 7 Gulan 2023

Arvîn Nîkpey, welatiyê xelkê bajaroka “Nê” ya girêdayî bajarê “Merîwan”ê li girtîgeha Îdareya Îtilaatê ya rejîmê li vî bajarî dest avête bi xwekujiyê.

Pêka nûçeya ku Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, roja Şemî 16ê Banemerê, “Arvîn Nîkpey” ciwanê Kurd yê xelkê bajaroka “Nê” piştî xwekujiyê bi ambolansê ji îdareya Îtilaatê bo nexweşxaneya “Fecir” a bajarê Merîwanê hatiye veguhastin.

“Kurdpa”yê daye zanîn, ku tendirustiya Arvîn Nîkpey nebaş e û di nexweşxaneyê de di bin çavedêriyên hûr yên pizîşkî de ye.

Herwisa “Kurdpa”yê li gor çavkaniyek xwe ragihandiye, ku rewşa tendirustiya dayîka Arvîn jî piştî agehdarbûn ji xwekujiya kurê xwe têk çûye û bo nexweşxanê hatiye veguhastin.

Heyama girtîgeha demkî ya wî ciwanê Kurd roja 27ê Xakelêweyê ji aliyê dadgeha rejîmê ve hatibû demdirêjkirin.

Arvîn Nîkpey di dema binçavkirinê de heta niha ji mafê hebûna parêzer bêpar bûye û bona wergirtina îtirafên bizorê li girtîgeha Îdareya Îtialaatê di bin givaşê de bûye.

Roja Sêşemî 11ê Rêbendana 1401 a Rojî, “Arvîn Nîkpey” yê temen 20 salî û kurê “Hesen”, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Merîwanê hatibû binçavkirin û bo girtîgeha Îdareya Îtilaata rejîmê ya vî bajarî hatibû veguhastin.

Hêzên rejîma Tehranê piştî binçavkirina “Arvîn”, roja 11ê Rêbendana 1401ê, êrşî ser mala navbirî li gundê “Nê” kiribûn û dest bi ser leptop û mobayla wî de girtibûn.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên ku bi ser de hatine sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.