Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêxistinên sendîkayî yên Mamosteyan banga kombûna nerizayetî ji bo 19ê Banemerê kirin

11:48 - 7 Gulan 2023

Şêwreya Hevahengî ya Rêkxistinên Sendîkayî, ji bo kombûna seranserî ya mamosteyên dibistanan li Îranê derheq girtina mamosteyan ji aliyê rejîma Îranê ve, banghêjiyek belav kiriye û daye zanîn, ku roja 19ê Banemerê li hember meclîsa rejîmê û li bajarên din jî hember tevahiya Îdareyên Perwerde û Hînkariyê kombûna nerizayetiyê bi rê ve bibin.

Wê şêwreyê bi îşarekirin bi serhildana xelkê Ii dijî rejîma Îranê nivîsiye: “Eva ku li serhildana girseyî di dibistan û şeqaman de hate dîtin, têkçûna tevahiya modelekê bû ku hewl dide îdealên xwe yên nerastî di sîstema perwerdehiyê de bi piştguhxistina guhertinkariyên xwe ên kûr di warê rastiyên civakî de bicih bîne”.

Şêwreya Hevahengî ya Rêkxistinên Sendîkayî, di banghêjiya xwe de ji mamosteyên dibistanan xwastiye, ku roja 19ê Banemerê demjimêr 10ê sibêdehê kombûna nerizayetiyê derheq girtina mamosteyan bi rê ve bibin.

Di wan hefteyan de, nerizetiya mamosteyan destpê kiriye û jehrîkirina dibistanan ji aliyê rejîmê ve, kerb û kîna wan mamosteyan li dijî rejîma Îranê çend qat zêdetir jî kiriye.