Mafiyayên zevî li Banê bi hevkariya Fermandarê rejîmê di vî bajarî de û komek xwefiroşan, dixwastin dest bi ser zevî, mal û milkê xelkê de bigirin ku xelkê Banê bi hemû şêwazekî li hember wan derkevtin.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi odeya nûçeyan ya Navenda Ragihandina Hizba Demokrat, mafiyayên zevî li Banê bi hevkariya Fermandarê rejîmê li vî bajarî, dixwazin dest bi ser zeviyên 700 malan de bigirin, ku rastî li hemberderkevtina xelkê bajarê Banê hatin.
Di vê derheqê de çavkaniyeke agehdar ragihandiye, ku xelkê bo pêşîgirtin ji dagîrkirina zeviyên xwe ji aliyê fermandarê rejîmê ve, zeviyên xwe kulane û rê nadin ku zeviyên wan bikevine ber destê wê navenda rejîmê.
Berê jî welatiyên bajarê Banê rûbirûyê êrîşa kesên ser bi rejîmê bibûn ku ji aliyê fermandar ve bo destbiserdagirtina zeviyên xelkê hatibûne şandin.
Wan welatiyan ragihandine: “Ev bi hemû şêweyekê li ser mal û milkê xwe şer dikin”; Ev dibêjin: “Milkê me, şerefa me ye û em diparêzin û îznê nadin ku mal û milkê me ji aliyê mafiyayan ve dest bi ser de bê girtin”.
Berê jî çavkaniyekê di vê derheqê de bi malpera “Kurdistanmedia”yê ragihandibû: “Ev zeviyên ku dest bi ser de hatine girtin, zeviyên komek ji malabatan bûne ku ji aliyê dedgeha rejîmê li Sinê ew hukme bo derkiriye ku ev zeviyane milkê dijberên rejîmê bûne.