Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du girtî di girtîgeheke rejîma Îranê de bi sedema jehrîbûnê canê xwe ji dest dan

12:21 - 7 Gulan 2023

Li girtîgeha “Faryabî” ya rejîma Îranê li bajarê “Gunbed Kawûs”ê, piştî jehrîbûna cihê şik û gumana 8 kes ji girtiyan, 2 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Pêka rapora malpera “Halweş” a Belûçistanê, 9ê Banemera 1402 a Rojî, li girtîgeha “Faryabî” ya rejîma Îranê li bajarê “Gunbed Kawûs”ê, du binçavkiriyên Belûç ên bi navên “Mecîd Diyarger” ê kurê Hemîd û bavê 3 zarokan û “Mehmûd Sabitzade” ê kurê “Nûrehmed”, bi sedema jehrîbûnê canê xwe ji dest dane.

Herwisa “Halweş”ê daye zanîn, ku serpasevanê girtîgehê tevî agehdarbûn ji jehrîbûna binçavkiriyan, girîngî pê nedaye û ew bi derengî bo beşa dermanî ya girtîgehê û piştre bo nexweşxaneyê veguhastine û di encamê de 2 binçavkirî, canê xwe ji dest dan.

Herwisa “Halweş”ê ragihandiye, ku berê serokê girtîgeha rejîmê li “Gunbed Kawûs”ê yê bi navê “Sergulzayî” digel girtiyê Belûç yê bi navê “Mecîd Diyarger” şerê devkî kiriye û gef ji wî xwariye û ew kutaye.

Pêka vê raporê, piştî canjidestdana “Mecîd Diyarger”, hevjîna wî digel birayekî “Mecîd Diyarger” piştî şikayetkirinê, ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin.