Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê 3 sal girtîgeh bi ser xwendekarekî zanista olî yê xelkê “Ciwanro”yê de sepand

17:11 - 7 Gulan 2023

Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê 3 sal girtîgeh bi ser çakalkvanê olî û xwendekarê zanista olî yê xelkê “Ciwanro”yê ku berê ji aliyê rejîmê ve hatibû binçavkirinê, sepandiye.

Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di vê dawiyê de çalakvanê olî û xwendekarê zanista olî yê xelkê bajarê Ciwanroyê, “Seyîd Tariq Husênî” ku ji aliyê rejîmê ve hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Kirmaşanê bi tohmeta “çalakî li dijî rejîmê û hevkarî digel girûpên dijberê rejîmê”, 3 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.  

Herwisa “Hengaw”ê daye zanîn, ku navbirî di heyama binçavkirinê de ji mafê parêzer û mafên xwe yên destpêkî bêpar bûye.

“Seyîd Tariq Husênî” roja Yekşemî 9ê Rêbendana 1401 a Rojî, di mala xwe de li bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên Îtilaat a rejîmê ve hatibû revandin û heyamekê di girtîgeha Îtilaata rejîmê ya li bajarê Kirmaşanê de li jêr lêpirsînê de bû.