Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Enflasiyona salane li Îranê nêzî %46 bilind bûye

11:35 - 8 Gulan 2023

Navenda Amarî ya rejîma Îranê roja Yekşemî 17 Banemerê, daye zanîn ku nirxa enflasiyona salane ya kelûpel û xizmetguzariyên malan li gorî sala bingehîn a 1400an, di Rêbendana sala 1401 a Rojî de gihîştiye %45.8ê.

Li gor amarên Navenda Amarî ya rejîma Îranê, di meha Xakelêweya îsal de jî, enflasiyon ber bi zêdebûnê ve çûye, bi awayekî ku di vê mehê de “îmîş û kakil” bi rêjeya %15.3 zêdetirîn enfilasiyona mehane hebûye û nirxa “veguhastinê” jî %8.6 û nirxa “alav û kelûpelên cuda” %7.0 ji zêdebûna nirxa enflasiyonê di Îranê de bi xwe ve dîtiye.

Ji aliyekê din ve, Nûçegihaniya “Mêhr” a ser bi rejîma Îranê, behsa giranbûna qend û şekirê û herwisa goştê mirîşkê di Îranê de kiriye û daye zanîn: “Ev 50 roj in ji sala 1402 a Rojî ve derbas bû û bilindbûna nirxan di bazara qend û şekir, hêk, mirîşk û kelûpelên din ên xwarinê de berdewam e, bi awayekî ku niha di bazarê de her kîloyek qendê bi awayê nivîncî 38, şekir 33 û mirîşk jî zêdetirî 87 hezar Tumenan ji mişteriyan re tê firotin”.

Pispor derheq nemana goşt û birinc li ser sifreya qatên kêmdahat di meh û salên dawî de dilgiraniya xwe nîşan dane û pêşbînî dikin ku bi rewşa niha ya zêdekirina nirxan, îsal daxwaza berhemên şîremenî li gorî par di bazaran de kêm bibe.