Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamoste û navendên medenî yên Seqizê biryara dadgeha rejîmê ya li dijî du mamosteyên Kurd şermezar kirin

11:41 - 8 Gulan 2023

Mamosta û navendên medenî û qatên cuda yên xelkê bajarê Seqizê di daxuyaniyekê de cezayê dadgeha rejîmê ya li djî du mamostayên olî yên bi navên mamoste “Sabir Xudamuradî” û mamosta “Arman Sadiqî” bi belavkirina daxuyanyekê şermezar kirin.

Ew di beşek ji daxuyaniyê de dibêjin: “Herçawan ku em dibînin, tevî hemû hişdarî û hawarên mafxwazî û dadperwerîxwaziyên xelkê Îranê, desthilatdarên welat wisa hizr dikin ku bi berdewamî serkutkirina xwenîşanderan û afirandin tiresê, dikarin rewşa welat kontrol bikin. Ev siyaseta nerêde û bê hincet, nikare vê xala eşkere bibîne, ku kontrola civak û dîsîpilîna qahîm a mebest ku bo heta hetayê, namîne.

Wan di berdewamiyê de gotine: “Mixabin Dezgeha Dadweriyê ya ne rasterast û girêdayî bi desthilata hakim jî, pêka vê dîtinehê û bi afrandina tirsê di civakê de bi girtin, cezakirin û dana cezayên neheq bo nerazîbûn û mafxwazan berdewam dike û di vê dawiyê de, mamosta “Sabir Xudamuradî” pêşnmêjê Mizgevta Camî`i a Nûr a bajarê Seqizê, cezayê 7 meh û nîv girtîgeh û 74 derbên qamçiyên ragirtî bo heyama 3 salan, û mamosta “Arman Sadiqî” pêşnimêjê Mizgevta gundê Husênî yê ser bi Dêhgolanê, cezayê girtîgehê û derbên qamçiyê û qedexekirina lixwekirina kincên mamostatiyê ji wan re biriye. Hewcehî bi gotinê ye ku di wan cezayên nenivîsî de, tohmetên wan herdu mamostayên olî yên Kurdistanê, “banghêjî li idijî nizamê, têkdana hizra giştî” ragihandiye û diyar nine ku Dadgeha Taybet a Rûhaniyet pêka çi belgeyên dadweriyê û pêka çi meslihetekê, cezayên wiha yên neheq û bêrêzîkirinê bi ser wan her du mamostayan de sepandiye”.