Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Washington Post: Îran bi hêceta şandina hevkariyên mirovane bo Sûriyê çek û cebilxane bo vî welatî şandine

11:46 - 8 Gulan 2023

Pêka hin zanyariyên nihênî ku Amerîkayê belav kiriye rejîma Îranê di bin navê şandina hevkariyên mirovdostane bo xelkê erdhejberketiyên Sûriyê çek û cebilxane bo girûpên girêdayî yên xwe şandiye.

Rojanemeya “Washington Post”ê roja Yekşemî 17ê Banemerê, pêka rapor û hin zanyariyên nihênî ku di vê dawiyê de ji pilatforma “Dîskurd” de eşkere bûye, daye zanîn ku rejîma Îranê di îsal de bi hêceta şandina hevkariyên mirovdostane bo xelkê erdhejberketiyên Sûriyê çek û cebilxane û balafirên bê balafirvan bo girûpên girêdayî yên xwe li vî welatî şandiye.

Berê jî nûçegihaniya “Reuters”ê di meha Xakelêweya îsal de, belav kiribû ku Îranê berê jî bi hêceta şandina hevkariyên mirovdostane bo Sûriye û Îraqê çek û teqemenî şandiye û di vê dawiyê de jî piştî erdheja Sûriyê ji firînên azad mifah wergirtiye û bo girûpên girêdayî xwe çek û cebilxane şandiye.

Herwisa di wan belgeyên nihênî de hatiye ku rejîma Îranê bi rêya bejayî li Îraqê û bi hevahengiya milîşên xwe ev çek û teqemenî bo Sûriyê veguhastine.

Di beşek din de îşare bi vê yekê hatiye kirin, ku rojek piştî erheja Sûriyê girûpên girêdayî rejîmê li Îraqê çek û cebilxaneyên zêde û 30 dron bi biriyara Efsereke payebilind ê Spaha Quds li Îraqê ber bi Sûriyê ve şandine.

Li derheq belavbûna wan zanyariyan berpirsek payebilind yê Wezareta Derve ya Îraqê û serkirdeyek ji girûpa “Heşdê El-Şeibî” bertek nîşan dane û ev gotin û zanyarî red kirine.