Hevkar û Endamê “Heyva Sor” a bajarê Mihabadê, “Nasir Feqîh-Îsa” ku di bajarê Mihabadê de li meşa şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de hatibû binçavkirin, ji aliyê dadgeha rejîmê li bajarê Mihabadê 7 sal û 6 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.
Pêka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Hengaw”ê, di heyama derbasbûyî de “Nasir Feqîh Îsa” ku hevkar û endamê “Heyva sor” a bajarê Mihabadê ye, di taya 101 a Dadgeha Tawanan a rejîma Îranê li bajarê Mihabadê bi Serokatiya binav Dadwer “Secad Dêhqanzade”, cezayê 7 sal û 6 meh girtîgeh bi ser de hatiye sepandin û ew cezaye li girtîgeha rejîmê ya li bajarê Mihabadê de bi fermî bi “Nasir Feqîh Îsa” re hatiye ragihandin.
Herwisa “Hengaw”ê ragihandiye, 2 sal ji vê girtîgehê bi tohmeta “hebûn û ragirtina gulleyeke şer”, 2 sal girtîgeh bi tohmeta “hebûn û ragirtina gulleyên saçmeyî”, 2 sal girtîgeh bi tohmeta “dermankirina birînên birîndarên meşa nerizasyetiya bajarê Mihabadê” û 18 meh girtîgeh bi tohmeta “hewldan bo têkdana asayîş û aramiya giştî”, bi ser navbirî de hatiye sepandin.
Biryar e ku ew welatiye li pêwndî digel çend tohmetên din li dosyeyeke cuda de li taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Mihabadê, careke din bê dadgehîkirin.
“Nasir Feqîh Îsa” roja Yekşemî 8ê Xezelwera 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve li bajarê Mihabadê hatibû binçavkirin û piştî bi dawîhatina lêkolînê, bo girtîgeha navendî ya rejîmê li vî bajarî hatibû veguhastin.