Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekretêrê Bereya Yekgirtî ya Kurd ji bo cîbicîkirina cezayê xwe ji aliyê dadgeha rejîmê ve hate gazîkirin

11:55 - 8 Gulan 2023

“Siyaweş Heyatî” Berdevkê Şêwreya Çalakvanên Medenî yên Yarsanan û Sekretêrê Bereya Yekgirî ya Kurd, ji bo cîbicîkirina cezayê bi ser de hatî sepandî bo taya 1 a Dadgeha Cîbicîkirina Cezayan li bajarê “Şabad”ê hatiye gazîkirin.

“Siyaweş Heyatî”, roja Şemî 16ê Banemerê, ji aliyê Dadgeha Tawanan ya rejîmê li bajarê “Şabad”ê hatiye agehdarkirin ku divê di heyama 5 rojên bê de, xwe ji bo taya 1 a Dadgeha Cîbicîkirina Cezayan a wî bajarî bide nasandin

“Siyaweş Heyatî” roja Înê 1ê Rezbera 1401 a Rojî, li gundê “Wergume” yê girêdayî bajarê “Dalaho”yê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û her ji destpêka binçavkirinê dest avêtibû bi greva birçîbûnê.

Navbirî roja Duşemî 4ê Rezbera 1401 a Rojî, li îdareya Îtilaata rejîmê ya li bajarê “Kirmaşan”ê bo girtîgeha “Dêzilava”yê hatibû veguhastin û roja 16ê Rezberê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

“Siyaweş Heyatî” ji aliyê taya 5 a Dadgeha Şoreş ya rejîmê li Kirmaşanê bi tohmeta “çalakî û propagende li dijî rejîmê ji rêya gotûbêjkirin digel medyayan û baskirin ji kuştiyên serhildanê û herwisa bi zalimnavbirina rejîma Îranê”, pêka madeya 500 a yasayên rejîmê bi 1 sal girtîgehê hatiye cezadan.