Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sala 1401 a Rojî de qurbaniyên bûyera hatinûçûnê li Îranê %16 zêde bûye

12:21 - 8 Gulan 2023

Amara qurbaniyên bûyera hatinûçûnê ya sala 1401 a Rojî li Îranê, giha bi 19 hezar û 490 kesan û ev hejmare pêka sala 1400 a Rojî, %16.2 zêde kiriye.

Amara sala 1400 a Rojî ya qurbaniyên bûyera hatinûçûnê li Îranê 16 hezar û 778 kes bûye.

Pêka amara Saziya Pizîşî Yasayî ya rejîma Îranê, ji gelempera qurbaniyên bûyera hatinûçûnê li Îranê, 15 hezar û 439 kes mêr û 4 hezar û 51 kes jî jin bûne.

Herwisa hatiye ragihandin ku ji gelempera amar qurbaniyan, 13 hezar û 543 kes di rêyên derveyê bajar de, 4 hezar û 620 kes di rêyên nav bajar de û haletên din jî, di rêyên cuda de canê xwe ji dest dane.

Di sala 1401 a Rojî de, 369 hezar û 279 kes li bûyerên hatinûçûnê di Îranê de birîndar bûne ku ji vê amarê 260 hezar û 300 kes mêr bûne û 108 hezar û 979 kes jî jin bûne ku hatine birîndarkirin.

Qurbaniyên bûyera hatinûçûnê di Îranê de vedigere li ser nesitandardbûna rê û ban û nebûna kalîteya baş a maşînan; Eva jî di halekê de ye ku klîteya maşînên navxweyî di asteke gelek nizim de ye û piraniya qurbaniyên bûyera hatinûçûnê jî yên maşînên berhema navxweyî ne.