Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ordonê êrîşê ser binkeyeke madên hişber li Sûriyê kir û keseke ser bi rejîma Îranê kuşt

10:43 - 9 Gulan 2023

Nûçegihaniya “Reuters”ê roja Duşemî 18ê Banemerê, di raporekê de daye zanîn ku welatê Ordonê êrîşeke esmanî kiriye ser kargeheke ticarî, berhemanîn û qaçaxkirina madên hişber di başûrê Sûriyê de ku di wê êrîşê de “Merî El-remsan”, yek ji kesê qaçaxa madên hişber ê ser bi Hizbullaha Lubnanê hatiye kuştin.

Ew êrîşe di parêzgeha “Dera” ya ser bi Sûriyê de hatiye kirin û kargeha “Kaptagûn”ê ku curek ji madên hişber e, ji nav biriye.

Pêka rapora “Reuters”ê, girûpa Hizbullhaha Lubnanê ya di bin piştevaniya rejîma Îranê de li wir cihgir e.

Lêkolerê Sûrî “Rayan Meirûf”, ku çavdêriya bazirganiya madên hişber dike, ji “Reuters”ê re gotiye: “Hem mala “Merî El-remsan” û hem jî damezraweya wê ya madên hişber hatine herifîn”.

Çavkaniyên îtilaatî yên Ordonî û herêmî jî dibêjin, ku El-Remsan, firoşkarekî serekî yê madeyên hişber li başûrê Sûriyê, bi sedan bazirganên madên hişber ên çolnişînkirî ku tevlî milîsên girêdayî rejîma Îranê yên ku li başûrê Sûriyê ne, bibûn, di bazirganiya xwe ya neyasayî ya dersînorî de kar bi wan re daye.

“Îmen Sefedî”, Wezîrê Derve yê Ordonê, di konferanseke rojnamevanî de dabû zanîn: “Em her pêngavekê ji bo parastina ewlehiya netewiya xwe û yan jî li hemberderkevtin digel her gefekê biavêjin, di her demeke guncaw de emê rabigehînin”.