Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Celal Tepak” girtiyê Kurd bi sedema nesaxiyê ji girtîgehê bo nexweşxanê hate veguhastin

10:48 - 9 Gulan 2023

Roja Înê 15 Banemerê, “Celal Tepak” welatiyê temen 30 salî û xelkê bajarê “Pîranşar”ê ku di girtîgeha bajarê “Nexed”ê de ye, bi sedema nexweşiyê ji vê girtîgehê bo nexweşxaneyên derveyî girtîgehê hatibû veguhastin.

Ajansa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di vê derheqê de daye zanîn, ku ev girtiyê Kurd bi sedema tengiya henasê û nexweşiyên din piştî veguhastin bo nexweşxanê di beşa parastinên taybet de hatibû razandin û roja Duşemî 18ê Banemerê bo beşa giştî ya nexweşxanê hatiye veguhastin.

“Celal Tepak” Kedkarê Bajarvaniya bajarê “Pîranşar”ê bû, ku li 21ê Xermanana 1401 a Rojî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo îdareya Îtilaata rejîmê ya li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Navbirî li girtîgeha îdareya Îtilaatê bona wergirtina îtirafên bi zorê rastî lêdan û îşkencê hatibû.

Hêjayê gotinê ye ku ev welatiyê Kurd piştî veguhastinê ji girtîgeha îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê “Nexedê” bi sedema îşkenceyên zêde rewşa tendirustiya wî têk çûbû û heta niha çendîn caran bo nexweşxanê hatiye veguhastin.

Navbirî di dema binçavkirinê de piştî 2 mehan karîbû ku digel malbata xwe pêwendiyê bigire.

“Celal Tepak” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tohmeta “hevkarî digel yek ji hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê” hatibû tometbarkirin.

Hêzên rejîme bona azadkirina demkî ya wî welatiyê Kurd daxwaza barimteya 500 miliyon Tumenî kirine.